Salim Mislet: Supasî ya serok ê Herêm a Kurdistanê dikin.

Gotebêjê şand a opizisyon a Soryayê bo danûstandin a Cinêvê, got: Em supasî ya serokê Herêm a Kurdistanê dikin ku hewlek mezin daye daku pişt û penayê surîyan be di vê qonax a hestîyar de.
kurdistan24.net

K24- Cinêv:

Gotebêjê şand a opizisyon a Soryayê bo danûstandin a Cinêvê, got: Em supasî ya serokê Herêm a Kurdistanê dikin ku hewlek mezin daye daku pişt û penayê surîyan be di vê qonax a hestîyar de.

Di daxuyanîyek  taybet de bo (Kurdistan 24) Salim Mislet Gotebêjê şand a opizisyon a Soryayê bo danûstandin a Cinêvê-3, ragehand ku supasî ya taybet a rêzdar Mesûd Barzanî serokê Herêm a Kurdistanê dikin ku hewlek  mezin daye daku pişt û pena ya surîyan be di vê qonaxa hestîyar û dijwar de.

Herweha got: Tev çîn ên li Suryayê bi Kurd ve jî, azarê dikşînin. Kurd bi dirêjahî ya 50 salan hatine  veçewsîn. Niha Ereb jî dihên çewsandin û heya ev rijêm e bimîne ev zor û sitem li ser gel ên Surayayê narabe.

Amaje bi wê yekê jî da: Me merc  danan e bo Kongire ya Cinêv-3. Belkû Civat a Asayîş a Nêvdewletî merc bo rijêm a Suryayê danaye û pêdivî ye ew merc ên hatine danan li ser rijêm a Suryayê bihên bicihkirin.