De Mistura bo K24: Em ji bo Sûriyê kar dikin

Civîna Cenêv-3 ji bo çareserkirina krîza Sûriyê berdewam e.
kurdistan24.net

K24- Cenêv

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê taybet li Sûriyê ji K24 re ragihand ku, ew her dem ji bo Sûriyê kar dikin.

Nûnerê NY, Staffan de Mistura ji peyamnêrê K24 li Cenêvê re anî ziman ku, piştî civîna ligel şandeya opozîsyona Sûriyê, ew dê ji rojnamevanan re biaxive.

Pêr, 29ê Çile, civîna Cenêv-3 ya bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo çareserkirina krîza Sûriyê di navbera opozîsyon û rejîma wî welatî de dest pê kir.

De Mistura tekez kir jî ku, di civîna Cenêv-3 de, ew herdem ji bo Sûriyê kar dikin.

Navborî diyar kir jî ku, dê civîn berdewam bin, sibe jî dê zanyarî li ser dezgehên medyayî bên belavkirin, herwiha eşkere kir ku, di civînan de şandeya rejîmê û ya opozîsyonê, nêrînên xwe derbarê çareserkirina krîza Sûriyê de tînin ziman.