Caferî: Opozîsyona Sûriyê Kurd dûr xistine

Civînên Cenêv-3 berdewam in.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê şanda rajîma Sûriyê li Cenêvê Beşar Caferî ragihand ku ew bi “terorîstan re hevdîtinê nakin.

Serokê şanda rejîma Sûriyê li Cenêvê Beşar Caferî opozîsyona Sûriyê bi bêcidiyetî tohmetbar kir got ku ew bi terorîstan re hevdîtinê nakin.

Beşar Caferî di civîna çapemenî ya piştî hevdîtina ligel Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê Staffan De Mîstura li Cenêvê, ragihand ku opozîsyon ne cidî ye û wezîrên derve yên Erebîstana Siûdî, Fransa û Amarîkayê wek nûnerên dijberan tên xuyakirin.

Beşar Caferî wiha axifî: “Hê jî ne diyar e ka di nav şanda dijberên Sûriyê de kî heye. Di destê Neteweyên Yekbûyî de jî lîsteya bingehîn nîne. Em bi terorîstan re hevdîtinê nakin, lê De Mîstura ji bo hevdîtinên ne rûbirû pêdagirî kir.”

Ji destpêka şoreşa Sûriyê ve, rejîma wî welatî, opozîsyonê bi terorîst binav dike.

Caferî axaftina xwe wiha qedand: “Tawanê Ûrdin û Erebîstana Siûdiyê ye ku lîsteya terorîstan nayê amade kirin. Hinêk hêzên derve bi çekan, şerê Sûriyê gurr dikin. Ûrdin, Siûdî û Tirkiye divê dest ji şandina terorîstan bo Sûriyê berdin.”

Navborî anî ziman jî ku, di nav şandeya opozîsyonê de, Kurd hatin dûrxistin, lê di nav şandeya rejîmê de Omer Osê heye, ku parlementerekî Kurd e.

Pêr, 29ê Çile, civîna Cenêv-3 ya bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo çareserkirina krîza Sûriyê di navbera opozîsyon û rejîma wî welatî de dest pê kir.