Îlhamî Îşik: Siyaset û helwesta PYDê ne Kurdî ye

Di van çend rojên borî de, kongreya Cenêv3 derbarê kirîza Sûriyê dest pê kir, PYDê jî di wê kongreyê nehate vexwendin, berpirsên PYDê û Encûmena Sûriyê ya Demokratîk jî ragehandin ku ew bi biryarên wê kongreyê ne pabendin .
kurdistan24.net

K24-Stenbol

Rojnamevanê Kurd Îlhamî Îşik ragehand ku, siyaset, Helwest, aqil û mejiyê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) ne Kurdî ye.

Derbarê beşdarnebûna PYDê, di kongreya Cenêv3 de, Rojnamevanê Kurd ê Bakurê Kurdistanê Îlhamî Îşik ji K24ê re wiha got: "Her yek ji Rejîma Sûriyê, Rûsya û Îranê dixzwestin ku, Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) li kongreya Cenêv3 beşdar bibe, wate ew li gel rejîmê ye lewma nehate vexwendin."

Derbarê siyaseta PYDê û astengên li pêşiya beşdarnebûna wê di kongreya Cenêv3 de, Rojnamevan Îlham Îşik ji K24ê re wiha axifî: "Çareserkirina Sûriyê bê Kurdan nabe, lê kîjan aliyên Kurd, eger em bêjin PYDê, siyaset, Helwest, aqil û mejiyê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) ne Kurdî ye, lema asteng derdikevin."