Ridwan Badînî: Cenêv3 heta sala 2017an dê bidome

Ev bo çar roj li ser civînên kongreya Cenêv3 re derbasbûn, heta niha jî ti encamên wê nehatine aşkere kirin, her dû aliyên sereke yên kongreyê jî rejîma Sûriyê û opozîsyona wê heta niha li hev ne civîne
kurdistan24.net

K24- Navenda Nûçeyan

Çavdêrê siyasî û mamostayê zangoyê Dr.Ridwan Badînî ragehand ku, danûstandinên kongreya Cenêv3 heta sala 2017an dê berdewam bike.

Derbarê civînên Cenêv3 û pirsa Kurdî de, Çavdêrê siyasî û mamostayê zangoyê Dr.Ridwan Badînî ji K24ê re wiha got: "Niha li Cenêvê şerê ragehandin û derûnî di nava aliyên beşder de rûdide, her yek bi şêwermendên xwe re danûstandinan dike û zanyariyan werdigre."

Dr.Badînî da zanîn ku, ew danûstandin li gor dema destnîşankirî heta sala 2017an dê berdewam be, aşkere kir ku Cenêv2 ji Cenêv3 cûdaye.

Ev bo çar roj li ser civînên kongreya Cenêv3 re derbasbûn, heta niha jî ti encamên wê nehatine aşkere kirin, her dû aliyên sereke yên kongreyê jî rejîma Sûriyê û opozîsyona wê heta niha li hev ne civîne, lewma çavdêrên siyasî jî dibêjin ku ew danûstandin dê bi mehan berdewam bike.