Kantona Cizîrê: Di demek nêzîk de wê gel pîrozbahiyekê bibihîse

Serokê Desteya Cîbicîkar a Kantona Cizîrê, behsa hûrgiliyên civata ligel şandeya Amerîkî, Brîtanî û Fransî dike.
author_image Heybar Osman
kurdistan24.net

K24- Qamişlo

Serokê Desteya Cîbicîkar a Kantona Cizîrê ji K24ê re behsa civîna ligel şandeya rojavayî ya li Kobanê kir û radighand ku “gelek soz hatin dayîn, Di demekê nêzîk de wê gel pîrozbahiyekê bibihîse.”

Ekrem Hiso di hevpeyvînekê de ligel peyamnêrê K24, behsa hûrgiliyê serdana şandeya rojavayî bo Kobanê kir û got: “Şande ji nûnerê Barack Obama, Brett Mcgork, berpirsê hêzên Amerîkî li Iraq û Sûriyê berpirsê hêzên taybet ê Brîtanî li Sûriyê û Iraqê. 

“Şande bi biryara rayedarên siyasî bû”

Serokê Desteya Cîbicîkar a Kantona Cizîrê, ku yek ji beşdarbûyî civînê bûn anî ziman ku “şandeyê tekez kiriye ku ew, bi biryara rayedarên xwe yên siyasî hatine” Rojavayê Kurdistanê.

Ekrem Hiso eşkere kir jî ku, di 18ê Kanûna borî de jî, şandeyek bi heman awayî serdana Kobanê kiribû û ligel rayedarên Rêveberiya Xweser civiya ye.

“Civîn li ser 3 beşan hatine sazkirin”

Hiso diyar kir jî ku, şandeya Amerîk, Brîtanî û Fransî 2 rojan li Kobanê maye û li ser 3 civîn kiriye.

Civîna yekem ligel fermandarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bû.

Di civînê de, behsa berferhkirina operasyonên leşkerî yên YPGê û HSDê li axa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hatiye kirin.

Beşa duyem a civatê, ligel Hevrêziya Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk bû, ji bo ku ew rêveberî ji aliyê navdewletî ve were danasîn.

“Şandeyê diyar kiriye jî ku, rûbera cografyaya di bin destê Rêveberiya Xweser de, wek rûbera wîlayetek Amerîkî ye, kêfxweşiya xwe jî ji vê yekî anî ziman.”

Hiso da xuyakirin jî ku, di civîna ligel şandeya rojavayê de hatiye behiskirin ku, divê Rojava vegere nexşeya xwe ya beriya sala 1916an. Şandeya Amerîkî, Brîtanî û Fransî jî li ser vê yekê erê kiriye.

“Wê hevpeymaniya navdewletî, Rêveberiya Xweser bide danasîn”

Wî rayedarê Rêveberiya xweser eşkere kir ku, ew ligel şandeya biyanî rêkeftine ku, her civînek yan konfgrek taybet bi çareserkirina krîza Sûriyê di dema bê de were lidarxistin, dê Hevrêziya Giştî Xweseriya Demokratîk “wek nûnerê gelê Kurd beşdar be.“

Di meha bê de kongereyk taybet bi Sûriyê dê li Brîtanyayê were lidaxistin, Hevrêziya Giştî Xweseriya Demokratîk jî wê têde beşdar be.

Di pêşerojê de wê, civatên taybet bi alîkarîkirina pêşdeçûna rêveberiya xweseriya demokratîk ji aliyê siyasî û leşkerî ve.

“Bila gel li hêviya mizîgniyê be”

Serokê Desteya Cîbicîkar a Kantona Cizîrê bi gehibînî behsa encamê civîna ligel şandeya rojavayî kir.

Hiso her dawî jî got: “Em mizîgniyê didin gelê xwe ku wê di paşerojek nêzîk de, agahiyên xweş bibhîsin.”