Pêşmergeyan “firokeyek sîxuriyê” ya DAIŞê xistin xwarê

Pêşmergeyan bersiva êrîşeke DAIŞê dan.

K24- Xazir

Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, firokeyeke sîxuriyê ya DAIŞê xistin xwarê.

Êvara îro, Duşemê, Pêşmergeyên li eniya Xazirê karîn firokeyek ku DAIŞê ji bo sîxuriyê şandibû navçeyên, bînin xwarê.

Li gor ajansa BasNewsê, wê firokeyê zanyarî û wêne derbarê tevgera Pêşmergeyan de tomar dikir.

Ji aliyekî din ve, DAIŞê bi mûşekan êrîşî pêgehên Pêşmerge li Xazirê kir, lê Pêşmergayn bersiv dan û tu ziyan negehiştin wan.

Pêşmergeyan “firokeyek sîxuriyê” ya DAIŞê xistin xwarê