Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê pêwendî bi Sailh Misilm re kir

Mislim bo rojnameya El-Heyat aşkere kir ku, pêwendên wî bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê di demekê de ye, piştî civîna wî li gel nûnerê wî welatî bo Sûriyê re hat kirin.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Di pêwendiyeke telefonî de di navbera Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Tony Blinken û Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Salih Mislim de, Blinken ji Salih Mislim re tekez kir ku PDYê beşke ji pêşeroja Sûriyê ye.

Derbarê beşdarbûna PYDê di civînên kongreya Cenêv3 de, Hevserokê PYDê Salih Mislim ji rojnameya El-Heyat re ragehand ku, di Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Tony Blinken tekezî li ser beşdarbûna wan di qonaxên bên yên kongreya Cenêv3 de.

Mislim bo rojnameya El-Heyat aşkere kir ku, pêwendên wî bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê di demekê de ye, piştî civîna wî li gel nûnerê wî welatî bo Sûriyê re hat kirin.

Civînên Cenêv3 berî çar rojan dest pê kir, lê PYDê ne hate vexwendin.