Welatiyên Tirkiyê li ser buhabûna kelûpelan nerazîne

Rayedarên dewletê didaxuyaniyên xwe de diyar kirin ku di rojên pêşiya wan de êdî zem li ser tiştekî neyê kirin. Lê belê ev rewş her car digûhere û ji ber qelsketina aboriya welêt -her çiqas rayedar bibêjin jî- wisa xuyaye ku wê gavên bûhakirina her tiştî berdewam bike.
kurdistan24.net

K24-enqere

Li Tirkiyê şer û pevçûnên li bajarên Bakurê Kurdistanê bandoreke neyînî dide ser aboriya welêt û welatiyan. Dilê welatiyan bi zema ku hate ser mûçeyan zêde xweş ne bû, ji ber, ji nan heta hemû fatureyan, zam hate ser her tiştî.

ji destpêa sala 2016an de piştî ku zema ku bo mûçeyên kemtirîn hate kirin, bihabûna her tiştî jî li pey hevdom kir. Ji ceyranê bigirin heta xaza xwezayî, cigare û alkolrê û pira erbeyan, nan û av,fêkî û her dawîn jî li sebzeyân zemeke giran hate kirin.

Gelo li ser van bûhabûnan welatî çi difikirin? Vê mehê wê bikaribin debara xwe bikin?

Welatiyan li ser debara xwe ya vê mehê û li ser polîtikayên dewletê yên bûhabûnan de nerazîbûna xwe anîne ziman.

Welatiyek ji K24ê re wiha got:"Birastî dewlet xeletiyan dike, welatiyên şer pirze dike. Dewlet li Başûrê Rojhilat û Rojhilat şer dide meşandin û welatî rewşek ne baş de ne. Yarastî dema ez zewicî bûma min nikaribû debara xwe bikim."

Jineke din jî nerîna xwe ji K24ê re anî ziman û wiha axifî:"Ev rastiyaTirkîyê ye. Berê salê carekê zem dihate ser tiştan,ew jî rehmetî Süleyman Demirel der diket li ser dikê û gel agahdar dikir. Lê belê tiştên ku em îro dikirin roja din bûhatir dibe."

Çend welatiyan jî amaje kir ku ji ber vê bûhabûna dawîn kû pêkhatiye bihêsanî nikarin debara jiyana xwe bikin.

Ji ber zema ku hate ser ceyran, av û hemû tiştan ji 200 dolarî zêdetir hate ser lêçûyinên me.Em jiyana xwe nikarin derbas bikin û ji ber vê yekê jî em hatina asta ku serî hildin.

Herwiha welatiyeke din ji K24ê re wiha got:"Li vî welatî tiştek naguhere, çawa hatibe wê wisa jî biçe. Gotinek heye dibeje ku"dema lehî diçe qum dimîne, bes li vî welatî qumjî namîne."

Rayedarên dewletê didaxuyaniyên xwe de diyar kirin ku di rojên pêşiya wan de êdî zem li ser tiştekî neyê kirin. Lê belê ev rewş her car digûhere û ji ber qelsketina aboriya welêt -her çiqas rayedar bibêjin jî- wisa xuyaye ku wê gavên bûhakirina her tiştî berdewam bike.