Serok ê hikumêt û cêgirê wî li gel zana yên olî kom bûn.
K24- Hewlêr:
Li dirêjehî ya wê zincîre kombûn ên dihên encamdan li gel çîn û twêj ên civakê, li ser tengije ya abûrî, evro, Nîçîrvan Barzanî serokê hikumet a Kurdistanê û Qubad Talebanî cêgir ê serok ê hikumetê li gel zana yên olî kom bûn.
Nûçegihanê Kurdistan 24 li cihê kombûnê ragehand: Nîçîrvan Barzanî serok ê hikumet a Kurdistanê û Qûbad Talebanî cêgir ê serok ê hikumetê di kombûnê de ne li gel seyda û zana yên olî, lê kombûn daxistîye û heya niha ti zanyarîyekê dize nekirye derve.
Nûçegihanê Kurdistan 24 got: Nêzîkî 120 zana yên olî ji her çar parêzgehan, Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebce pişikdarin di kombûnê de. Hikumet a Herêm a Kurdistanê divêt tengije ya abûrî û rewş a sîyasî ya Herêm a Kurdistanê bo zana yên olî xuya bike û daxwazê ji wan jî bike alîkarî ya hikumetê bikin di gotar ên xwe de li roj ên heynî.
Ev kombûn a Hikumet ê dirêje ya kombûn ên wê ne bi twêj û çîn ên civakê re li ser pirs a çaksazîyê û tengije ya abûrîyê. Di meh a burî de jî serokê hikumetê û cêgirê wî bi parêzer, rojnamevan û nujdaran re civîn.