“300 kes ji Mûsilê reviyane Rojavayê Kurdistanê”

Xelk ji Mûsilê direvin Şedadî û ji wê de xwe dighînin kampeke nêzîk Serê Kaniyê.

K24- Mebrûke

Li gor Asayişa Rojavayê Kurdistanê, 300 kes ji Mûsilê reviyane û niha li kampekê nêzîk Serê Kaniyê bicih bûne.

Peyamnêrê K24 li Serê Kaniyê diyar kir ku, çavkaniyekê ji asayîşê ragihandiye ku niha 300 kesên Mûsilî li kampa Mebrûke dijîn.

Kampa Mebûrke dikeve rojavayê Serê Kaniyê de û 40 kîlo metirî ji navenda bajêr dûr e.

Li gor çavkaniya K24ê, îro Sêşemê 30 kesên ku ji Msûilê reviyan e, gehiştin kampa navborî.

Mûsil ji Hezîrana sala 2014an ve di bin destê rêxistina DAIŞê ya radîkal de ye.

Kampa Mebrûke jî di 15ê Mijdara sala 2015an de ji derbiderên Dêrezor û Reqayê re hatiye avakirin, ji aliyê dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve tê birêvebirin. Niha jî nêzîk 2 hezar û 500 derbiderên Sûrî lê dijîn. Bi giştî jî dikare 5 hezar kes li xwe vegire.

Di nav wan her 300 koçberên Mûsilî de, malbatên kurd jî hene.

Agahiyên ku dest peyamnêrê me ketine diyar dikin ku, xelk ji Mûsilê direvin Şedadî û ji wê de xwe dighînin bajarokê Mebrûke, ku kampek bi heman navî lê ye. Ev tevger jî ji beriya 6 rojan dest pê kiriye.