Kerry: Pêwîst e hevkariya hikûmeta Iraqê were kirin

Wezîrê Derve yê Amerîkayê dibêje, pêwîst e alîkariya Iraqê were kirin bo pûçkirina mayînên ku DAIŞê li şûna xwe hiştine.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan 

Wezîrê Derve yê Amerîkayê dibêje, pêwîst e alîkariya Iraqê were kirin bo pûçkirina mayînên ku DAIŞê li şûna xwe hiştine.

Di çarcoveya civîna 23 welatên Hevpeymaniya Navdewletî li paytexta Îtalyayê, Roma, Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry ragihand ku, hêzên Iraqê ji sedî 40 ji deverên ku DAIŞê kontrol kiribû, vegerandine. 

Herwiha Kerry bi pêwîst zanî ku alîkariya hikûmeta Iraqê bê kirin, bo pûçkirina mayînên ku DAIŞê li şûna xwe hiştine.

Herwiha Kerry got: “Em wek kesên ku ezmûna me heye, pêwîst e hevkariya hikûmeta Iraqê were kirin.”

Bi mebesta danana plan û bernameyeke nû bo rûbirûbûna DAIŞê, îro nûnerên 23 welatên hevpeyman li dijî DAIŞê, li Roma paytexta Îtalyayê civiyan.

Duh jî Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî gihêşt Romayê.

Mebest ji wê civînê jî ew e, danana plan û tedabîrên nû bo kontrolkirina hemû navçeyên Iraq û Sûriyê yên di bin destê DAIŞê de mane.