Koçberiya Turkmenan a bo Tirkiyê dîsan destpê kir

Koçberiya Turkmenan ya bo Tirkiyê careke din destpê kir. Di hundirê 3 rojan de, zêdeyî 3 hezar Turkmenên Sûriyê xwe spartine Tirkiyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Koçberiya Turkmenan ya bo Tirkiyê careke din destpê kir. Di hundirê 3 rojan de, zêdeyî 3 hezar Turkmenên Sûriyê xwe spartine Tirkiyê.

Turkmenên ku ji herêmên aloz ên Laziqiyê direvin di ser deriyê Yayladagiya Hatayê re derbasî Tirkiyê dibin. Heta niha 3 hezar û 128 Turkmen ji sînor derbas bûne. Kesên ji sînor derbas dibin pêşî ji aliyê AFADê ve di kontrola tenduristiyê re tên derbaskirin û paşê şûna tiliyên wan tê tomarkirin û li kampan tên bicihkirin.

Hat ragihandin ku bi hezaran kesên din jî li ser deriyê sînor in ku derbasî Tirkiyê bibin û herwiha tê çaverêkirin ku div an du rojan de nêzîka 3 hezar kes derbasî Tirkiyê bibin.