Dayîka 2 şehîdan ji Pêşmergeyan re xwarin amade kir

Ji bilî 2 kur û hevjînê wê, 8 endamên din ên malbata wê şehîd bûne.
kurdistan24.net

K24- Tilesquf

Pîrejineke ku dayîka 2 şehîdan e û hevjînê wê jî di ber axa Kurdistanê de şehîd bûye, xwarineke kurdewarî ji Pêşmergeyan re amade kiriye.

Wê dayîka Kurd anî ziman ku, ji bilî 2 kur û hevjînê wê, 8 endamên din ên malbata wê di ber axa Kurdistanê de şehîd bûne.

Niha jî 3 kurê din ên wê dayîkê li eniya Tilesqufê ligel Pêşmergeyan bergiriyê li axa Başûrê Kurdistanê dikin.

Wê dayîkê serdana eniya Tilesqufê kir û xwarineke kurdewarî ji Pêşmergeyan re amade kir.