Parlamentoya Almanyayê: Krîza Sûriyê bêyî Kurdan çareser nabe

Şandeyeke Parlamentoya Almanyayê li Silêmaniyê ye.
kurdistan24.net

K24- Hewlêr

Cîgira Serokê Parlamentoya Almanyayê ragihand ku, tiştekî gelek şaş e eger krîza Sûriyê bêyî beşdariya Kurdan were çareserkirin.

Êvara îro Sêşemê, şandeyekê ji Parlamentoya Almanyayê serdana Silêmaniyê kir û ligel Berpirsên Desteya Kargêrî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Mela Bextyar civiya.

Şandeya Almanî bi serokatiya Cîgira Serokê Parlamentoyê, Claudia Ross bû.

Navbûriyê di konferansekî rojnamevanî de got: “Di nêrîna min de, tiştekî gelek şaş e eger hewldanên dîtina çareseriyekê ji krîza Sûriyeyê re, bêyî Kurdan, bên dayîn.”

Claudia Ross anî ziman jî ku, ew Kurdên ku Kobanê rizgar kirine, beşekin ji çareseriya krîza Sûriyê.