Nerînên rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê derbarê Cenêv3 de

Li gor çavdêrên siyasî, civînên kongreya Cenêv3 ya ku ji 29ê meha borî de, dest pê kirîne, dê bi meha berdewam bike, heta niha jî daxwazên opozîsyonê derbarê pirsa mirovî de weke merceke bo berdewamiya danûstandinan ji aliyê rejîma sûriyê ve nehatine cîbecî kirin.
kurdistan24.net

K24-Qamişlo

Hijmarek ji nivîskar û rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, ji tevgera Siyayî daxwaz dikin ku, pirsgirêkên xwe ên hizbî çareser bikin, daku pirsa Kurdî li Cenêv3 bi awayeke cidî were gotûbêjkirin.

Derbarê daxwazên rewşenbîran de nivîskar û cîgirê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan-Sûriyê, Luqman Yusif ji K24ê re wiha got: "Eger Kurd ne yekdeng bin dê ti hêviyaên wan nebin û nikarin mafên ku xwe werbigrin, em bi hêvîne hemû aliyên siaysî destê xwe bidin hev û bi coşeke mezin berê xwe bidin Cenêvê daku hêviyên vê miletê ku berê xwe daye koçberiyê û ji vê rewşa xirab direve mezin bikin."

Li gor çavdêrên siyasî şanda Kurdî li Cenêv3 ne bi navê Kurdan hatine vexwendin, herwiha aliyên ku nehatine vexwendin ne ji ber ku nûnerên Kurdane.

Nivîskar Dîlawer Zengî berpirsê Yekîtiya nivîskarê Kurd wiha ji K24ê re axifî:"Her du aliyên siyasî ENKS û TEV-DEM, pêwîste li hev bicivin û guhdariya hev bikin,daku li gor asta daxwazên miletekî kar bikin."