Brîtanya: Rûsya hewla avakirina dewletekê Elewî ji Esed re dike

Brîtanya dibêje ku Rûsya bi êrîşkirina li ser opozîsyonê, dixwaze dewleteke Elewiyan ji Serokê Sûriyê Beşar Esed re li Sûriyê çê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Brîtanya dibêje ku Rûsya bi êrîşkirina li ser opozîsyonê, dixwaze dewleteke Elewiyan ji Serokê Sûriyê Beşar Esed re li Sûriyê çê bike.

Rûsya û Brîtanayê derbarê destêwerdana Rûsî ji xaka Sûriyê re, rexneyên tund li hev digirin, Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Philip Hamond got ku, Rûsya bi armanckirina opozîsyona Sûriyê, agirê şer li Sûriyê gur dike.

Hamond rexneyên Rûsyayê yên dibêjin ku, Brîtanya “Agahiyên şaş û metirsîdar” belav dike, red kir û got: “Ma rast e Rûsya bi proseya aştiyê li Sûriyê pabend e, lê proseya aştiyê wek kartekê bikar tîne bo avakirina dewleteke Elewî ji Esed re li bakurê rojavayê Sûriyê.”

Di 30ê Îlona 2015an de Rûsyayê dest bi operasyonên xwe yên li Sûriyê kir, ev yeke jî bû cihê nerazîbûna welatên Rojava û Amerîkayê û dibêjin ku êrîşên Rûsya ji sedî 94 li dijî opozîsyonê ne, ne li dijî DAIŞê ne. Lê dîsan jî Rûsya li ser operasyon û êrîşên xwe yên li Sûriyê berdewam dike.