Bexda dîwarê ewlehiyê ava dike

Fermandarê Opersyonên Bexdayê radigehîne, dîwarekî ji çemento li dora Bexdayê tê avakirin, dîwarên di nava Bexdayê de jî tên rakirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Opersyonên Bexdayê radigehîne, dîwarekî ji çemento li dora Bexdayê tê avakirin, dîwarên di nava Bexdayê de jî tên rakirin.

Fermandarê Opersyonên Bexdayê Ferîq Rukin Ebdilemîr Şumerî, îro ragehand ku, tîmên endezyariya leşkerî yê Artêşa Iraqê di roja 1 vê mehê dest bi avakirina projeya avakirina dîwarekî ewlehiyê li dora Bexdayê kirine.

Şumerî diyar kir ku, piroje dê li ser çend qonaxan be, ku di qonaxa yekem de dê dîwarekî bi dirêjehiya 100 k.m be.

Şumerî got jî, ku tîmên wan dest bi kolandina xendekeke bi ferehiya 3 metroyan û kûrahiya 2 metroyan kirine, piştre jî hemû dîwarê di nava Bexdayê de hatine avakirin, dê werin rakirin.

Operesyona Bexdayê duh ragehandibû, ku bi mebesta rêgirtin li pêş derbasbûna teroristan ji Bexdayê re, dest bi projeya avakirina wî dîwarî kirine.