Barzanî: Referandûm ne cihê nîqaşê ye

Serokê Herêma Kurdistanê bi tundî rexneyên li kesên li dijî referandûmê digre.

K24- Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ragihand ku, hin siyasetmedarê navxweyî û karbidestên herêmî daxuyaniyê nerast derbarê mafên gelê Kurd de didin û tekez kir ku “referandûm mafekî ne cihê nîqaşê ye.”

Barzanî di peyama xwe de, ku beriya bîstekê belav bûye, diyar dike ku “Di heyama çend rojên borî de, hejmarek siyasetmedarên navxweyî û karbidestên welatên herêmî daxuyaniyên nerast û bêyî însaf didin, derbarê mafê gelê Kurdistanê di diyarkirina çarenivîsa xwe û referandûmê de, dijayetiya xwe jî bo wî mafê xwezayî yê gelê Kurdistanê derdibrin.”

Serokê Herêma Kurdistanê tekez dike jî ku, hebûna gelekî bi navê Kurd li Rojhilata Navîn “rastiyeke” û wiha berdewam kir: “Gelê Kurd hevşêweyê hemû gelên din dikare mafên xwe peyda bike û jê sûdmend bibe, ew maf jî xwezayî ne û Xweda daye me û di bin tu bihane yan sedemekê de nabe rêgirî lê bê kirin yan were înkarkirin.”

Barzanî anî ziman jî ku, heta rastiya mafên gelê Kurd were înkarkirin “dê her pirsgirêk berdewam bin”, diyar dike jî ku, eger danasîn bi wê rastiyê were kirin “bêguman dê pirsgirêk kêmtir bibin û aştî û seqamgêrî li navçeyê pêk were.”

Divê gelê Kurdistanê li pey mafê xwe be

Herwiha Barzanî di peyama xwe de bi zelalî diyar dike ku, divê gelê Kurdistanê li pey mafê xwe be û wiha pêde çû: “Eger gelê Kurdistanê çaverêyî wê yekê be ku xelkên din mafê serxwebûnê wek diyariyekê pêşkeşî wan bikin, wê demê dê serxwebûn neyê bidestxistin. Hebûna wî mafî heye û divê gelê Kurdistanê daxwaz bike û li pey be.”

Barzanî amaje bi parçekirina ciyografiyeya navçeyê û Kurdistanê dike û di peyama xwe de nivîsiye: “Hemû aliyek wê rastiyê baş dizane ku navçeya me û bi taybetî Kutrdistan, bêyî berçavgirtina vîna şêniyên resen ên navçeyê hatiye parçekirin, ew yek jî bûye sedema derketina pirsgirêkên kûr û sedsal ji şer û înkar û ne seqamgêrî. Yên li pey wê parçekirinê bûn baş dizanin bê çi şaşîtiyeke mezin kirine, lêbelê ne amade ne li şikstina siyaseta xwe ya sedsalî mikur werin.”

Nabe ji bo xatirê xelkê û berjewendiyan ev derfet ji dest gel biçe

Serokê Herêma Kurdistanê rijdbûna xwe li ser pêwîstiya cîbicîkirina mafên rewa yên gelê Kurd anî ziman û tekez kir ku “Piştguhxistina mafên gelê Kurdistanê ji ber xatir berjewendiyên siyasî û razîkirina xelkên din, bi tu awayekî ne rewa ye. Gelo ew rê didin xwe ku kelem û astengan li pêş mafên gelê xwe danin? Kurdistan xwedan hemû taybetmendiyên ciyografî û dîrokî û mirovahî ye. Her wek çawa li Skotlanda û Katalonya û cihên din mafên wan heye ku nêrîna xwe derbarê çarenivîsa xwe de bidin, Kurdistan jî xwedana wî mafî ye û ew maf necihê nîqaşê ye.”

Kesên astengan çêdikin, baweriya wan bi mafê gel nîne

Barzanî ew kes û aliyên ku li navxweya Kurdistanê astengan li pêş referandûmê derdixin bi tundî rexne kirin û wiha di peyama xwe nivîsiye: “Tiştekî sosret e ku hinek kes li navxwe bihaneyan bo înkarkirina mafê gelê Kurd yan paşxistina bidestanîna wan (mafan) derdixin û behsa sazkirina zemîneyê dikin. Referandûm û zanîna nêrîna gelê Kurdistanê bo diyarkirina çarenivîsa xwe, mafekî reha ye û pêwîstiya wê bi zemînesaziyê nîne.”

Mesûd Barzanî tekez dike jî ku, baweriya wan kesên ku astengan li pêş encamdana referandûmê derdixin, bi mafên rewa yê gelê Kurdistanê nîne û wiha diyar kir “pêdagiriya hinek xelk li navxwe li ser necamnedana referandûmê ji ber wê yekê ye ku, ew dizanin niha derfetek zêrîn li ber dest e û dixwazin têk bidin. Her ew cûrê xelkê jî piştire idîa dikin ku, derfet ji bo peydakirina mafê çarenivî yê gelê Kurdistanê hebû, lê serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê ew nekir.”

Referandûm nayê wateya ragihandina demlidest a dewletê

Herwiha Barzanî eşkere dike jî ku, niha dem hatiye û derfet jî li ber dest e ji bo ku gelê Kurd bi rêya referandûmê biryar li ser çarenivîsa xwe bide “ew referandûm nayê wateya ragihandina demlidest a dewletê, lêbelê ji bo wê yekê ye ku vîn û nêrîna gelê Kurdistanê derbarê çarenivîsa xwe de were naskirin û serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê di dem û rewşa guncaw de vîn û biryara gel cîbicî bike.

Serokê Herêma Kurdistanê balkişand ku, diyarkirina mafê çarenivîs û referandûm jî proseyeke aştiyane û serdemî ye û divê ji bo aştî û seqamgêriya navçeyê û vegerandina maf bo xwedanê maf be û “dûrî tundiyê be û bi rêya lihevkirin û diyalogê were encamdan û ne metirsî be li ser ti gelekî din.”

Kesê li dijî mafên gelê Kurd, naxwazin aştî peyda bibe

Barzanî di peyama xwe de behsa qonaxa federalîzmê jî dike û wiha ragihandighîne: “Di babeta federalîzm û bilidnkirina ala Kurdistanê de jî, ji bilî hebûna dijayetiyê derekî lê belê pêdagirî û xweragirî û dawxaza gelê Kurdistanê wiha kir ku bibê emrî waq'î û cîhan danûstanê li gel wê bike û bi tu awayekî jî nebûye gefek li ser tu welat û aliyekî. Niha jî ewê ku bi çavê bêwîjdanî û sivkatîkirinê li mafê rewa û sirûştiya gelê Kurdistanê dinêre, di rastiyê de naxwaze aramî û aştî berfereh bibê û nêrînek tu buha jê re nîne.”

Divê mafê gel bêyî du dilî were cîbicîkirin

Serokê Herêma Kurdistanê peyama xwe bi wiha bidawî kir: “Şer û karesatên mezin bi ser navçeya me de hatine û guhertin jî bi rê de ye û gelê Kurdistanê ne sedema wan guhertin û karesatan bû û hemû carekê jî bûye qurbanî û xelkên din navçe rûbirûyê karesat û milmilaneyan kirine. Piştî wan hemû qurbanîdan û karesatan êdî divê gelê Kurdistanê biryar li ser çarenivîsa xwe bide û erkê hemû Kurdistaniyekî nîştîmanperwer û dilsoz e di asta berpirsiyariya dîrokî û vîna gelê xwe de bin û mil bidin ber qonaxê û li pişt daxwaza xelkê Kurdistanê bin ji bo peydakirina mafên wan. Înkarkirina mafê gelekî sitemdîtî û beş xwarî tu hêncetekê hilnagirê û divê bi bêyî dû dilî wî mafê gelê xwe rewa bibînîn û kar ji bo wê bikin.”