Mexmûr: Pêşmergeyan gundekî stratejîk kontrol kirin

Êrîş bi beşdariya Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraq û çekdarên hozên Sinne hatiye kirin.

K24- Mexmûr

Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqê gundekî startejî li Mexmûrê kontrol kirin.

Fermandeyê Hêzên Pêşmerge li Eniya Mexmûrê (100 KM rojavayê Hewlêrê), Nazim Herkî ji K24 re diyar kir ku, wan bi hevahengî ligel artêşa Iraqê û çekdarên hozên Sinne, êrîşek berfereh li dijî DAIŞê kirin.

Nazim Herkî anî ziman ku, êrîş wan serkeftî bû û karîn gundê Kudîle kontrol bikin.

Li gor wî fermandeyê Pêşmerge, çekdarên DAIŞê gundê Kudîle bo topbarankirina Mexmûrê bikar dianîn “bi girtina wî gundî jî, tu metirsiya DAIŞê li ser Mesxmûrê nemaye.”

Herkî amaje bi beşdariya firokeyên hevpeymanan jî di êrîşa îro de kir û wiha pêde çû: “Di wê êrîşê de tu Pêşmergeyek şehîd nebûye û tenê hejmarek kêm birîndar bûne.”