Pêşmergeyan 120 ton teqemeniyên DAIŞê pûç kirine
K24- Hewlêr
Ketîbeya Endazyarî ya ser bi Hêzên Pêşmerge ve ragihand ku, wan 120 ton teqemeniyên cur bi cur ên DAIŞê pûç kirine.
Fermandeyê Ketîbeya Endazyarî, Mehmûd Kakeyî îro di konferansekî rojnamevanî de, çalakiyên xwe yên leşkerî ji dema destpêkirina şerê li dijî DAIŞê, eşkere kirin.
Mehmdû Kakeyî diyar kir ku “Di sala 2014-2015an de, bi giştî 10 hezar û 465 bombeyên çandî hatine pûçkirin.”
Wî fermandeyê Pêşemrge got jî ku “qasê madeya TNT ya di wan bombeyan de 120 ton bû.”