Komela Islamî: Em ligel referandûmê ne

Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji aliyên siyasî kiribû ku kar li ser cîbicîkirina vîna gel bikin.

K24- Silêmanî

Komela Islamî ya Kurdistanê piştgiriya xwe bo encamdana referandûma serxwebûna Kurdistanê ragihand.

Endamê Polîtbîroya Komela Islamî, Mihemed Hekîm di konferansekî rojnamevanî de li Silêmaniyê got ku, pêwîstiya drustkirina dewleta Kurdî bi “zemînesaziyê” heye.

Herwiha Hekîm anî ziman ku, ew piştgiriya encamdana referandûma serxwebûnê dikin.

Duh Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî anî ziman ku, divê referandûm were kirin û aliyên siyasî kar li ser cîbicîkirina vîna gel bikin.