Rojhilatê Kurdistanê: 13 bajar ji bo Bakur radibin
K24- Navenda Nûçeyan
Biryar e sibe li seranserê Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên cuda ji bo piştgiriya Bakurê Kurdistanê û şermezarkirin êrîş û qedexeyan, birêve biçin.
Komîteya amadekar a çalakiya şermezarkirinê peyameke nivîskî weşand û bang li kurdên 13 bajarên Rojhilat kir ku beşdarî xwepêşandanan bibin.
Xwepêşandan û çalakî dê sibehê 4ê Sibata 2016an li bajarên Kirmaşan, Îlam, Îslamabada Rojava, Kamîran, Ciwanro, Sine, Merîwan, Seqiz, Bokan, Bane, Mihabad û Serdeştê birêve biçin.
Komîteya amadekar di peyama xwe de bal kişande ser êrîşên li dijî Bakurê Kurdistanê û wiha got: “Gelê me yê Kurd îro bi êrîş û komkujiyên mezin re rû bi rû ye. Erka hemû Kurdekî yê wijdanî û neteweyî ye ku xwedî li vê berxwedana bêhempa derkeve.”