Gera yekemîn a Cenêv3 bi dawî hat

Duh, nûnerê Neteweyên Yekbûyî Steffan De Mistura biryara bidawîbûna gera yekemîn ya danûstandinên kongreya Cenêv3 da, ragehand jî ku gera duyemîn dê 25ê vê mehê dest pê bike.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Şanda rejîma Sûriyê Beşar El-Ceferî ragehand ku her yek ji Tirkiyê, Qeter û Erebistana Siûdiyê rê nedan ku kongreya Cenêv3 bi serkeve.

Derbarê rawestandina civînê kongreya Cenêv3 û dawîbûna gera yekemîn Serokê Şanda rejîma Sûriyê Beşar El-Ceferî di daxuyaniyekê de wiha got: "Mixabin her yek ji welatên Tirkiyê, Qeter û Erbistana Siûdiyê fişar li ser şanda opozîsyonê kirin û rê nedane ku kongreya Cenêv3 weke ya "Cenvê2 û a 1" bi ser bikeve."

 Elceferî da zanîn ku opozîsyon rêzgirtin ji biryara Encûmena Asayîşa Navdewletî negirtin, aşkere kir ku opozîsyon ne cidî bû ji dîtina çareseriyekê bo Sûriyê.

Duh, nûnerê Neteweyên Yekbûyî Steffan De Mistura biryara bidawîbûna gera yekemîn ya danûstandinên kongreya Cenêv3 da, ragehand jî ku gera duyemîn dê 25ê vê mehê dest pê bike.