"Biryara agirbestê ne di destê şanda rejîma Sûriyê de ne"

Duh, li Cenêvê gera yekemîn ya danû standina di navbera şanda rejîma Sûriyê û opozîsyona wê bi dawî hat, gera duyemîn jî bo 25ê vê mehê hat lipaş xistin.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Rojnamevan û Nivîskarê Kurd Welîd Hac Ebdulqadir ragehand ku, welatên hevpeyman ji rejîma Sûriyê weke Îran û Rûsyayê nehştin ku şanda rejîmê li kongreya Cenêv3 agirbestê  girêbide.

Derbarê têkçûna gera yekemîn a civînên kongreya Cenêv3 Rojnamevan û Nivîskarê Kurd Welîd Hac Ebdulqadir ji K24ê re wiha got: "Welatên ku piştevaniya Sûriyê dikin weke Îran û Rûsyayê rê nedane şanda rejîmê ku pirsa mirovî çareser bike yan jî agirbestekê girêbide."

Ebdulqadir ji K24ê re wiha jî axivî: "Şanda rejîma Sûriyê nikere biryaran li kongreya Cenêv3 bide, tenê Rûsya û Îran dikarin li gor berjewandiyên xwe biryara agirbestê bide."

Duh, li Cenêvê gera yekemîn ya danû standina di navbera şanda rejîma Sûriyê û opozîsyona wê bi dawî hat, gera duyemîn jî bo 25ê vê mehê hat lipaş xistin.