“Helwesta Tirkiyê ji serxwebûna Kurdistanê re nerênî nabe”
K24 – Stanbol
Nivîskar û rewşenbîrên Tirkiyê dibêjin, heger yekîtiya Kurd bihêz be û beşek ji partiyên Kurd nebêjin ku dema rêfrandûmê nehatiye, heger welatên Rojava jî ligel rêfarndûmê bin, helwesta Tirkiyê jî nerênî nabe. Niha baştirîn dem e bo rêfrandûmê .
Nivîskar û rewşenbîr Ebdula Kran tevlî bultena K24ê bû û got: “ Heger yekîtiya Kurd pêk bê û dubendî çê nebe û beşek ji partiyên Kurdistanê nebêjin ku dema rêfrandûmê nehatiye û ligel rêfrandûmê bin, Tirkiye helwesteke nerênî nagire. Li gor maf û biryarên Netewên Yekbûyî diyar kiriye, Kurd niha dikare rêfrandûmê bike.”
Kran dibêje: “Niha Tirkiye ti helwestê nîşan nedaye, dema Kurd serxwebûna xwe rabigehîne, di baweriya min de hikûmeta AKPê li hember Kurdistanê raneweste, bi taybet heger Amerîka û welatên Rojava ligel rêfrandûmê bin, Tirkiye ti hewlesteke nerênî dê nede.”