"Mijara derbasbûna pêşmerge li gel şanda Amerîkayê nehat kirin”

Di van rojên borî şandek ji berpirsên Amerîkayê û Welatên Rojava serdana bajarê Kobanê kirin. Wezareta Derve ya Amerîkayê ragehandibû ku, armanca serdanê nerxandina operasyonên Hevpeymaniya Nevdawletî li dijî DAIŞê û yekemîn salvegera rizgarkirina Kobanê bû.
kurdistan24.net

K24 - Qamişlo

Serkirdeyekî Tevgera Civaka Demokratî(TEV-DEM) ragehand ku, mijara derbasbûna Pêşmergeyên Rojava ligel berpirsên Amerîkayê nehatiye behskirin.

Serkirdeyê Tevgera Civaka Demokratî(TEV-DEM) Ebdulselam Ehmed Derbarê behskirina mijara derbasbûna pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ji K24ê re wiha got: "Ev nûçeya ku dibêje, derbasbûna Pêşmergeyên Rojava ligel şanda Amerîka û welatên Rojava hatiye kirin ti bingeha wê re nîne û ne rast e."

Ehmed  diyar kir ku, ew kesên ku van nûçeyan belavdikin, hin aliyên siyasî ne, dixwazin xwe bikin rojevê de. Ehmed mijarê ligel şanda Amerîkî eşkere kir, tenê piştevaniya leşkerî û ya siyasî bo Encûmena Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweser hat behskirin.