Siyasetmedar çawa serdana berpirsên Amerîkî dinerxînin?

Tevî ku hê nûçeya derbasbûna Pêşmergeyan bo Rojavayê Kurdistanê heta niha nehatiye piştrastkirin, lê Çavdêrên Siyasî dibînin ku ev serdan dê bibe egera yekrêzî û lihevkirina Kurdan a leşkerî û siyasî.
kurdistan24.net

K24-Qamişlo

Şanda berpirsên Amerîkayê û welatên Rojava bo bajarê Kobanê û hevdîtina wan li gel berpirsên Rêveberiya Xweser karvedanên cuda li pey xwe anîn, Serkirdeyên Rêveberiya Xweser tekez dikin ku, ew serdan di çarçoveya piştgiriya wan welatan ji Rêveberiya Xweser re ye. Didin zanîn ku ew piştgirî di rojên bê de were aşkere kirin.

Derbarê serdana berpirsên Amerîkayê û welatên Rojava Serokê Desteya Pêwendiyên Derve ya Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Umer ji K24ê re wiha got: "Emê pêwendiyên xwe ligel Hevpeymaniya Navdewletî li dijî terorê berdewam bikin, ew serdan û hatina wan bo Kobanê û hevdîtinên wan ligel me, pêngava yekemîn e di qebûlkirina Rêveberiya Xweser de, ew welat dibêjin proseya siyasî bê Kurdan nabe, herwiha dibîjin mafên gelê Kurd dê di destûra nû ya Sûriyê de were çespandin.”

Berpirsên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) jî ji aliyê xwe ve, bi vê serdanê geşbîn in, ku bibe sedema yekrêziya siyasî û leşkerî li Rojavayê Kurdistanê. Herwiha didin zanîn ku ewê amadebin bo her pêngavekê heger bikeve xizmeta yekrêzîiya Kurdî, nemaze derbarê derbasbûna Pêşmergeyên Rojava bo Rojavayê Kurdistanê.

Derbarê hewlesta ENKSê ji wê serdanê re, serkirdeyê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê Hesen Salih wiha ji K24ê re axifî: “Ev hawlên berpirsyarên Amerîkayê û welatên Rojava dê baş bin heger bibe sedema derbasbûna Pêşmergeyên Rojava bû Rojavayê Kurdistanê, em hêvîdikin ku welatên Ewropayê û Amerîka û hêzên navdewletî bikarin Kurdan nêzîkî hev bikin ji aliyê siyasî û leşkerî ve.

Tevî ku hê nûçeya derbasbûna Pêşmergeyan bo Rojavayê Kurdistanê heta niha nehatiye piştrastkirin, lê Çavdêrên Siyasî dibînin ku ev serdan dê bibe egera yekrêzî û lihevkirina Kurdan a leşkerî û siyasî.