Hunermendên Kurd beşdariya di festîvalekê li Brazil dikin

Tîmên mozîkê ji gelek welatan beşdarbûbûn wek welatên Mexrîb, Fransa, Israîl û Brazîl û çendîn welatên din.

K24-Navenda Nûçeyan

Festîvala Mozîk û sema (Encontro De Musicas E Danças Do Mundo) di dehemîn festîvala xwe de ku di navbera 25.01.2016 heta 31.01.2016 li bajarê Bahiya li welatê Brazil birêve çû. 

yekem car di dîroka vê festîvalê de 3 hunermendên Kurd jî bûn mêvan bi serperştiya hunermend Hejar Zehawî û beşdarbûna hunermend Eyûb Elî û Ertan Tekîn.

Di festîvalê de, hunermendan 2 konsêrtên stran û mozîka  pêşkêş kirin, Hejar Zehawî li ser amîra Def û Rîtma Kurdî  û dîlana kurdî, Eyûb elî jî stran gotin û li amîra saz da, herwiha Ertan Tekîn li ser amîra baleban û zurnê karê hunermendên kurd cihê balkêşana xelkê Bazîl bû.

Tîmên mozîkê ji gelek welatan beşdarbûbûn wek welatên Mexrîb, Fransa, Israîl û Brazîl û çendîn welatên din.