Kurdistan 24 deq ê biryar a nû ya hikumetê belav dike.

Civat a Herêm a Kurdistan di kombûn a xwe de, hijmarek a biryaran derxistin. Amanc ji biryaran çareserkirin a tengije ya darayî, kêmkirin a xercîyan û mûçe yên fermanber ên hikumetê ne.
kurdistan24.net

K24- Hewlêr:

Civat a Herêm a Kurdistan di kombûn a xwe de, hijmarek a biryaran derxistin. Amanc ji biryaran  çareserkirin a tengije ya darayî, kêmkirin a xercîyan û mûçe yên fermanber ên hikumetê ne.

Sikirtêr ê rijnamevanî ya Civat a Wezîr ên Hikumet a Herêm a Kurdistanê, Amanc Rehîm di kongireyek a rojnamevanê de, deq ê biryar ên hikumetê vexwîndin.

Di biryaran de hatibû, hikumrt ji niha û paş ve, sîstemek a nû dê pêrew bike, bo paşekevtin a rêjeyek a dadperwerane, ji ko ya giştî ya mûçe yên fermanberan; tenê pêşmerge tênebin û hijmarek a bankî ya taybet bi wê pereyê dê bihê danan û ew pere jî wek qerê fermanberan dibe li ba hikumetê.

Deq ê biryar ên hikumetê:

  • Pêrewkirin a sistem a paşekevtkirin a rêjeyek a dadperwerane, ji ko ya giştî ya mûçe û dermale yên fermanber ên Herêm a Kurdistanê, ji bilî Pêşmerge, Asayîş, Hêz ên Zêrevanî û Fermandeyî ya Amade. Ew rêje ya ku dihê paşekevt kirin wek mafek ê fermanberan bi qer li ser wezaret a Darayî û Abûrî dê bihê tomarkirin li gel rêje ya tev mûçe û dermale yên mehên 2015. Ew di hijmarteyek a taybet de, bi nav ê (paşekevt a fermanber ên Hikumet a Kurdistanê), dê bihê tomarkirin bi awayek a demkî heya  rewûş a abûrî ya Kurdisatanê asayî vedibe. Ev biryar li yekê Kanûn a Dûyê, 2016 dihê bicihanîn. Ji wê rêkevtê ve  jî birrîn a qeran û pêşîne yên hikumetê li ba fermanberan  dê bihên ragirtin.
  • Ew fermanber û karmend ên ku otombîl yên hikumetê ji wan re hatine terxankirin û ne xizmetguzarîn e, ji niha û paş ve divê ew bi xwe hemû xeric yên otombîlê bixin stûyê xwe, vajî ve yekê jî dikarin wan otombîalan vegerînin û  otombîl ên giştî bikar bihînin wek heval ên xwe yên din.
  • Pêkanîn a komîteyek a hevpişik ji (Dîwan a Çavdêrî ya Darayî, sikrtayet a Civat a Herêm a Kurdistanê bo Karûbar ên Petrol û gaze, Wezaret a Darayî û Abûrî û Wezaret a Saman ên Siruştî) bi merem a serperiştîkirin û hûrbînîkirin a tev hijmar ên hijmarte yên taybet bo tev dahat ên petrol û gazê li Herêm a Kurdistanê bi alîkarîkirin a kompanîya yên nêvdewletî yên bawerpêkirî di bwarê hûrbînî jimêryarî ya petrol û gazê de, ji bo cudakirin a pirose ya darayî ya dahat a petrol û gazê ji wezaret a Saman ên Sirûştî, heya deste ya rêvebirin a sindûq a dahat ên petrol û gaze li Herêm a Kurdistqanê destbikar dibin.
  • Biryar hat dan tev pirose yên firoştin, kirrîn, veguhartin ên petrol a xav û berhem ên petrol, ji bilî wê petrol a bi rê ya borî yên petrol a Kurdistanê dihê şandin, bi rê ya zêdekirin a aşkera û bangewaz a giştî be, li ser binema ya pêşberîkanê . Divê Wezaret a Saman ên Sirûştî di dem a 30 rojan de rênima û rêkar ên taybet  bi vê bwarê bicih bihîne. piştî ku dihê pesindkirin ji alîyê civet a Herêm ê bo Karûbar ên Petrol û Gaze û Dîwan a Çavdêrî ya Darayî jî dê rol a hûrbînî û çavdêrîyê bixe stû ya xwe.
  • Biryar hat dan bi raspartin a wezaret ên peywenddar, parêzgaran, qaymeqaman û hemahnegîkirinê li gel jûr ên Bazirganî û çavdêrî ya bazirganî ji bo çavdêrîkirin a bazarî û duristkirin a hevsengîyê  di navebra dahat ên hevwelatîyan û bihayê tiştan û xizmetguzarî yên rojane. Nemaze xorak,dermanxane ,kirê ya xanîyan û xwîndin a ehlî û xizmetguzrîyên intrnêtê û elikitrîkê. Bo vê meramê Civat a Wezîran desthilat ên pêdivê dane wezîr ên peywenddar û parêzgaran.
  • Bicihgehandin a pirensîp a nanavend a kert a berhem ên sûtemenîyê bi rê ya dabezandin a deshilatê bo parêzgaran û her parêzgarekê. li gor û pêdivî û rewş a taybet a xwe, biryar ên pêdivî bidin li ser çawanî ya rêvebirin a kert a berhem ên petrolê, bi pişikdarîkirin kert a taybet, heya ku êdî bi şêweyek a navend ji alîyê wezaret a petrolê nehê birêvebirin.
  • Damezrandin a sistemek a elîkitonî piştgirêdayî bi teknelocîya zanyarî, bo tomarkirin a hemû fermanber ên Herêm a Kurdistanê di yek databeys de, bi awayekê ku her fermanberekê  hijmar a taybetî ya xwe hebe, ji bo bi temamî rê bihê girtin ji dû  mûçeyê, xanenşînî ya ne yasayî û nehêlan a nav ên wan kes ên ku heya niha mifayê bi awayek na yasayî ji budceyê diwergirin..