Hîmen Hewramî: Em piştgiriya ENKSê dikin lê dijatiya PYDê jî nakin
K24-Navenda Nûçeyan
Berpirsê Pêwendiyê Derve yê Partiya Demokrata Kurdistanê ragehand ku ew piştgiriya nûnerên Kurd li kongreya Cenêv3 dikin, da zanîn ku pêwîst e PYDê xwe yekalî bike û li gel aliyên siyasî yên Kurd birê bikefin.
Berpirsê Pêwendiyê Derve yê Partiya Demokrata Kurdistanê Hîmen Hewramî derbarê beşdariya nûnerên Kurd li kongreya Cenêv3 ji K24ê re got: “Herêma Kurdistanê weke erkeke niştimanî alîkariya Kurdên Rojavayê Kurdistanê dike, herwiha em piştevaniya nûnerê Kurd li Cenêv3 dikin.”
Hewramî da zanîn ku rast e ew piştevaniya ENKSê dikin, lê di heman demê de jî ew dijatiya PYDê nakin. Hewramî hêvî kir ku PYDê xwe yek alî bike û wê gûmana li ser xwe ku ew alîgirê rejîma Sûriyê ne rake û li gel aliyên Siyasî li Rojava birê bikeve.
Tê zanîn ku Berpirsê Pêwendiyê Derve yê Partiya Demokrata Kurdistanê Hîmen Hewramî di serdana xwe y abo Amerîkayî simînarek derbarê rewşa Herêma Kurdistanê û kirîza darayî li zanîngeha Johns Hopkins pêşkêşkir.