Slovenya alavên leşkerî dişîne Herêma Kurdistanê

Hikûmeta Slovenyayê biryara şandina şêwirmend û alavên leşkerî bo Herêma Kurdistanê pesend kir. Biryar e îsal alîkarî bigehin Herêma Kurdisanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Slovenyayê biryara şandina şêwirmend û alavên leşkerî bo Herêma Kurdistanê pesend kir. Biryar e îsal alîkarî bigehin Herêma Kurdisanê.

Wezîrê Bergîriyê yê Slovenyayê Endrea Katîç ragehand ku, hikûmeta welatê wî biryar daye beşdarî nava Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê bibe, yekem gava Slovenyayê ew e, ku 15 şêwirmend bi mebesta perwerdekirina hêza Pêşmerge bişîne Hewlêrê, herwiha alavên leşkerî jî bo Herêma Kurdistanê birê bike.

Katîç derbarê hûrgiliyên plana şandina wan şêwirmend û alîkariyan de ragehand ku, dê digel hêzên hevpeymaniyê di meha Adara bê de gotûbêj bikin.

Herwiha Katîç eskere kir, dê bi buhaya zêdetirî 700 hezar dolar dê alavê leşkerî bo hêza Pêşmerge û Artêşa Iraqê bişîne.