Serkirdeyekî PDK-Sê: 40 hezar penaber bi ser Efrînê de hatin

Endamekî Partiya Demokrata Kurdistanê –Sûriye (PDKS-S) radigehîne ku Efrînê di rewşeke asteng re derbas dibe, dora 40 hezar penaber ji ber şerê li başûrê Efrînê berên xwe dane wê herêmê.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamekî Partiya Demokrata Kurdistanê –Sûriye (PDK-S) radigehîne ku Efrînê di rewşeke asteng re derbas dibe, dora 40 hezar penaber ji ber şerê li başûrê Efrînê berên xwe dane wê herêmê.

Serkirdeyê PDK-Sê li Efrînê Ebdilrehman Apo ji K24ê re ragehand ku, Ji sê rojan de li bakurê Heleb û başûrê herêma Efrînê şer û pevçûnên tund di navbera çekdarên opozîsyonê (Cebhe el-Şamiyê, Lîwaya Nûredîn Zenkî) ji aliyekî û rêjîma Sûriyê  bi piştevaniya firokeyên Rûsî ji aliyekî din ve de hene, rêjîm jî dorpêça li ser her du bajarokên Şîe Nibil û Zehraa şikand.

Apo diyar kir, Firokeyên Rûsî bêtirî ji 25 caran gundên Çate Ziyaretê û Xirêbkê yên ser bi Efrînê ve bombebaran kirin, piştre jî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbasî wan her du gundan bû.

Apo got jî: “Ji ber wê şerê û bombebarankirinan, bi hezaran xelkên gundê bakurê Helebê bi ser Efrînê de hatine û rê jî ji aliyê Sayişa Efrînê ve li pêş wan tên vekirin, lê ti çareserî ji aliyê Rêveberiya li Efrînê ve ji wan re nehatiye kirin û ti kamp ji wan re nehatiye amadekirin.”

Derbarê rewşa Efrînê û dorpêça li ser wê Apo got: “Efrîn heya niha dorpêçkiriye, gûman heye jî ku ew dorpêç bi plan be, ji ber ku hemû pêwîstiyên jiyanê li Efrînê hene, lê gelekî buha ne.”