Siudiyê amade ye operesyonên bijayî li Sûriyê bike

Erebistana Siudiyê amade ye ku beşdarî operesyonên bijayî li Sûriyê bibe, heger Hevpeymaniya Navdewletî biryara vê yekê bide. Amerîka jî pêşwaziyê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Erebistana Siudiyê amade ye ku beşdarî operesyonên bijayî li Sûriyê bibe, heger Hevpeymaniya Navdewletî biryara vê yekê bide. Amerîka jî pêşwaziyê dike.

Şêwirmendê Wezîrê Bergîriyê yê Erebistana Siudiyê Emîd Ehmed Esîrî di hevpeyvîneke telefizyonî de ragehand ku, Siudiyê amade ye ku beşdarî operesyonên bijayî li Sûriyê bibe, heger Hevpeymaniya Navdewletî biryara vê yekê bide.

Esîrî diyar kir ku, di nêrîna wan de, tenê êrîşên esmanî li dijî DAIŞê li Sûriyê, dê bê encam bin, lewre divê operesyon ji esmanê û li ser erdê bin.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Bergîriyê yê Amerîkayê Aşton Karter pêşwazî li pêşniyara Siudiyê kir û got: “Zêdekirina çalakiyên welatên beşdar di hevpeymaniyê de, dê ji Amerîka re alîkar be ku DAIŞ were jinavbirin.  

Erebistana Siudiyê ji sala 2014an de bi Hevpeymaniya Navdewletî re beşdarî şerê terorê li Sûriyê dike.