Zarokekî Kobanê li Mêrsînê hat revandin û kuştin

Zarokekî Kobanê ku li bajarê Mêrsînê ya Tirkiyê hatibû revandin, piştî sê rojan termê wî hat dîtin û îro li Kobanê hat binaxkirin.

K24 – Kobanê

Zarokekî Kobanê ku li bajarê Mêrsînê ya Tirkiyê hatibû revandin, piştî sê rojan termê wî hat dîtin û îro li Kobanê hat binaxkirin.

Zarokekî Kobanê bi navê Sirac Şahîn Seydo, ku li Mêrsînê ya Tirkiyê li pêş mala wî ji aliyeke grûpekê ve hatibû revandin û daxwaza 100 lîreyên Tirk ji malbata wî di bin gefa kuştina Sirac, xwastibûn. termê wî zarokê 8 salî hat dîtin.

Li gor peyamnêrê K24ê li Kobanê ku, girûpeke hevbeş ji Kurdên Rojava û Bakurê Kurdistanê Sirac ji pêş mala wî revandin û ta serbest bikin 100 lîreyên Tirk di bin gefa kuştina Sirac  xwastibûn, di heyama rojekê de xwediyê Sirac ew pere dan.

Li gor bizîşkê dadwerî ya Mêrsînê ku Sirac hatiye xeniqandin û şikestin di gewdê Sirac de jî hebûn.

Pismamê Sirac Hesen Mislim ji K24ê re ragehand ku, wan termê Sirac di mala her du welatiyên Kobanê bi navên Mihemed û Mihdîn de dîtin û ew her du welatî ji wê rojê  de winda ne û polîsên Tirkiyê li wan digerin.

Li gor peyamnêrê me li Kobanê ku, termê Sirac di dergeha Sînorî Murşid Pinarê re derbasî Kobanê bû û îro li Kobanê hat veşartin.