Li Cizîrê karesatek din: 9 mirî

Birîndar jî di jêrzemînê de asê mane.

K24- Cizîr

Li Cizîra Şirnexê ji ber şewata ku ji encama topbaranê derkertiye, 9 kesan canê xwe ji dest da û bi dehan birîndar bûne.

Li gorî nûçeya ajansa ANFê, li avahiyeke din a navçeya Cizîra Bakurê Kurdistanê, ku mirovên sivîl lê asê mabûn, ji ber topbarana danê sibehê şewat derket û şewatê tevahiya şevê dewam kir.

Ji 37 kesan ku birîndar jî di nav de bûn, 9 kes ji encama şewata ji ber topbaranê canê xwe ji dest dan. 

Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç ê li avahiyê ye, derbarê komkujiyê de agahî dan. Tûnç diyar kir, ku birîndarên rewşa wan giran jî di nav de bi 37 kesan re wan xwe li jêrzemîna avahiyekê girtine û ji ber topbaran hêzên dewletê şewat li qatên jêrê yên avahiyê ketine. 

Tûnç anî ziman ku topek hawanê li jêrzemînê jî ketiye û ji encam jî, şewata li avahiyê bi odeyeke jêrzemînê ket û 9 birîndarên rewşa wan giran ên di vê odeyê de bûn, şewitîne, canê xwe ji dest dane.

Derbarê kesên ku di jêrzemnî de mayîne, Tûnç wiha got: ‘28 kesên mayî dijîn, lê di nava wan de mirovên ji ber agir şewitîne hene. Di nava van şert û mercan de nikarin rojeke bi tenê jî bijîn. Macûna diran pê tê şuştin heye, me ew li birînên wan dan.”