Talebanî bo Nobela Aştiyê tê berbijarkirin

K24- Navenda Nûçeyan
Desthilata dadwerî li Iraqê, serokomarê berê, Celal Talebanî bo xelata Nobelê berbijarkir.
Berdevkê Desthilata Dadwerî ya Federal, Ebdulsetar Bêreqdar ragihand ku, serokê desthilata navborî, dadwer Midhet Mehmûd, nivîsek arasteyî Encûmena Wezîrên Iraqê kiriye û têde, Talebanî bo wergirtina xelata Nobel a Aştiyê, berbijarkiriye.
Talebanî ku bi nsanava Mam Celal tê binavkirin, roja 17.12.2012’an li bajarê Bexdayê krîza mêjî derbas kir û nexweş ket, piştî du rojan li nexweşxaneyeke Bexdayê ma, bo nexweşxaneyeke Almanyayê hat veguhestin.
Dadwer Midhet nivîsiye jî ku, Talebanî ji sala 2003an ve bi ked û şiyanek mezin bo rêgirtin li şerê taifî, kar kiriye.
Roja 19ê Tîrmeha sala borî, Talebanî vegeriya Herêma Kurdistanê û tîmên pizîşkî berdewam çavdêriya rewşa wî li malê li Silêmaniyê dikin.
Beriya niha jî, Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê, keça Kurd a Êzdî, Leyla Murad bo wergirtina heman xelatê berbijarkiriye.
Leyla Murad ew keça Kurd a Êzdî ye ku piştî 3 mehan, kariye xwe ji dest çekdarên DAIŞê rizgar bike û niha li seranserê cîhanê serpêhatiya xwe dide nasîn.