Pêşmergeyan xwe ji azadkirina Mûsilê re amade kirine

K24- Navenda Nûçeyan
Wezareta Pêşmerge ragihand ku, ew ji şerê azadkirina Mûsilê re amade ne.
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge, Cebar Yawer got ku, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di amadebaşiyê de ne bo rûbirûbûna her êrîşeke DAIŞê.
Cebar Yawer anî ziman jî ku, Pêşmerge di hemû şeran de serkeftine û niha tevaya Başûrê Kurdistanê diparêzin.
Derbarê şerê çaverêkirî yê azadkirina Mûsilê de, Yawer wiha got: “Hêzên Pêşmerge xwe ji proseya azadkirina Mûsilê re amade kirine.”
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ji ajansa BasNewsê re tekez kir jî ku, serkeftinên Pêşmergeyan li seranserê dunyayê deng vedane.