ÎHD: Sala 2015an li Bakur 109 jin hatine kuştin

Li gor rapora Komeleya Mafê Mirovan, di sala 2015an de li Bakurê Kurdistanê 109 jin hatine kuştin û 41 jin jî birîndar bûne.

K24 – Diyarbekir

Komeleya Mafê Mirovan rapora binpêkirinên mafên jinan eşkere kir. Li gor raporê, di sala 2015an de li Bakurê Kurdistanê 109 jin hatine kuştin û 41 jin jî birîndar bûne. Di raporê de tê gotin ku 18 jinan di êrişên hêzên ewlekariya Tirkiyê de canê xwe ji dest dane û 23 jinan jî  xwe kuştine.

Rapora derbarê mijarê de ji aliyê Komîsyona Jinan ve îro li Şaxa Komeleyê ya Diyarbekirê hat eşkere kirin. Li gorî bilançoya raporê, di bûyerên kiryar nediyar de 11, ji ber binpêkirinên fermî û xeletiyan 7, di buyerên gumanbar de 17, di tundiya di nava malbatê de 19 jinan canê xwe ji dest dane.

Li gorî doneyên raporê, bi taybetî jî ji Tebaxa 2015an ve di bûyerên li Bakurê Kurdistanê de rêjeya kuştina jinan zêdetir bûye. Endama Komîsyona Jinan Gulistan Yalcindag ragihand ko di aloziyên li Bakur de bi hezaran kes neçarî koçkirinê bûne û navçeyên ku qedexe lêhatine ragihandin weke girtîgehên servekirî lêhatine.