Davutoglu li Mêrdînê Master Plan eşkere kir, Demîrtaş ji Qoserê bersiv da

Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Dawutoglu li Mêrdînê Mester Plana ko ji 10 xalan pêk tê eşkere kir. Dawutoglu got, dê ferqa di navbera dewlet û milet de rakin û dê rayeya rêveberiyên herêmî zêde bikin.

K24 – Mêrdîn

Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Dawutoglu li Mêrdînê Mester Plana ko ji 10 xalan pêk tê eşkere kir. Dawutoglu got, dê ferqa di navbera dewlet û milet de rakin û dê rayeya rêveberiyên herêmî zêde bikin.

Derbarê pêvajoya çareseriyê de jî Dawutoglu got; “Êdî yên ku di destên wan de çek hene muhatab nayên girtin, dê rasterast gel muhatab be.” Hevserokê HDPê Selaheddîn Demîrtaş jî ji navçeya Qoserê bersiva Dawutoglu da û got; “Ji planê tê famkirin ku ew dibêjin qey Kurd mileteke ku divê bê rehabîlîtekirin.”

Serokwezîrê Tirkiyeyê beriya niha ragihandibû ku dê her hefte roja Înê serdana bajarekî Bakurê Kurdistanê bike û beşdarî hinek merasîman bibe. Di vê çarçoveyê de Dawutoglu ligel hejmarek Wezîr û rayedarên AK Partiyê îro serdana Mêrdînê kir. Dawutoglu di civênên bi navên “Hevdîtinên Biratiyê” de ji Master Planê 10 xal eşkere kirin.

Xalên ko Dawutoglu eşkere kirin wiha ne; Dê li şûna nerîna netewperest nerîna yekitiya gelan were bicihkirin. Rêxistinên terorî yên ku xelkê îstîsmar dikin dê werin astengkirin. Pêvajoya reformên demokratîk dê bikeve fermiyetê. Dê hemû zirar û pêdiviyên mexdûrên pevçûnên li Bakurê Kurdistanê bêne temînkirin. Dê avahiyên hilweşiyayî ji nû ve bên avakirin. Dê li her derê lijneyên ragihandinê bêne avakirin. Dê di qanûnan de sererastkirin bêne kirin. Dê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji çek û teqemeniyan bên paqijkirin. Dê rayeya rêveberiyên herêmî bên zêdekirin. Dê qanûna Bajarên Mezin bê guhertin. Di pêvajoya çareseriyê de dê muhatab raste rast gel be.

Dawutoglu rexneyên tûj li PKKê jî girtin û wiha axifî; “Yên ku di destên wan de çek hene êdî muhatab nayên girtin. Kî bixwaze me ji hev perçe bike bila bizanibe ku her yek ji me Alparslan e, Selaheddînê Eyyûbi ye, Fatîh Paşa ye, Îdrîsê Bedlîsî ye. Bila ti kes destê xwe navêje çekan, bila zarok neçin serê çiyê, em hemû zarokên dîrokekê ne, em xwedî welatekî hevpar in”

Ji hêla din ve Hevserokê HDPê Selaheddîn Demîrtaş bi hejmareke parlementerên HDPê û şaredaran re li navçeya Qosera Mêrdînê derbarê bûyerên li navçeya Cizîra Şirnexê de civîneke çapemeniyê saz kir.

Demîrtaş li vir bersiva Serokwezîr Dawutoglu da û got: “Ji planê tê famkirin ku ew dibêjin qey Kurd weke nexweşên ku divê bên rehabîlîtekirin. Dixwazin bi kayyiman şaredariyan bixin bin kontrola parêzgerî û qeymeqamiyan de. Hat gotin ku dema Serokwezîr bê Mêrdînê dê qedexeyên derketina derve bên rakirin lê ti kes guhdariya Serokwezîr jî nake. Li holê ti têkoşîna li hemberî terorê nîne, li holê operasyonên AKPê yên teslîmgirtina herkesî hene û Kurd jî ji ber vê yekê li ber xwe didin. Burokrasiya ewlekariyê înisiyatîf kiriye destê xwe de. Lê hayê hikûmetê ji xwe nîne. Weke ku Rêberê PKKê Abdullah Ocaln gotî, heger hikûmet Kurdan weke dijmin nebîme dê hikûmet û Kurd li ser erdnigariya xwe bihêztir bibin. ”

Ji hêla din ve piştî daxuyaniya Demîrtaş, polîsan bi bombeyên gazê û ava bihêz girseya ku li ber derê şaredariya Qoserê kombûbûn belav kirin.