Germava Axecur dermanê hemû nexweşiyan!

Li Norşîna Bedlîsê hewa 30 pileyan di bin sifrê de ye. Lê şêniyên wê guh nadin hewaya sar û kêfa germavê dikin.

K24 - Bedlîs

Li Norşîna Bedlîsê hewa 30 pileyan di bin sifrê de ye. Lê şêniyên wê guh nadin hewaya sar û kêfa germavê dikin. Germaya ku dermanê gelek nexweşiyan e, di her demsalê de geştyaran vedihewîn e.

Gundê Axecur yê Norşîna Bedlîsê 8 kîlometreyan dûrî navçeyê ye. Li gund germavek heye ku ava wê ya germ bi dehan metreyan ji bin erdê derdikeve. Şêniyên Herêmê digel hewaya sar û şert û mercên dijwar ên zivistanê bi ajalên xwe tên gund û kêfa germavê dikin.

Ava germavê ji aliyê mîneralan ve gelekî dewlemende, ji ber vê yekê ji bo tenduristiya laş gelekî baş e û dermanê hinek nexweşiyan e. Çine ew nexweşî; iltihaba ji ber ba, êşa pişt û stû, nexweşiyên norolojik, nexweşiyên taya laşê mirov û nexweşiyên çerm.

Ji ber vê yekê ne tenê şêniyên li herêmê her wiha geştyarên biyanî jî bo têkevin vê avê serdana gund dikin. Welatiyek div ê derbarê de wiha dibêje: “Zivistanê heywan tên dikevin vê avê, biharan jî însan dikevinê, pişta wan radibe, ji bawesirê re gelekî baş e. Geştyar jî tên li vê derê wêneyan digirin û em jî ji wan sûdê werdigirin.”

Germahiya germavê ku li quntarê çiyayê Nemrûdê ye digel hewa 30 pileyan di bin sifrê de di navbera 40 û 50î pileyan de ye. Lê di her demsalê de geştyar berê xwe didin vê germavê û şêniyên gundê Axecurê bi vê yekê kêfxweş dibin.