Almanî êdî naxwazin penaber bên wergirtin

Li Almanyayê bi qasî milyonek penber dijîn û ev yek li Almanyayê di warê ewlehiyê de rê li ber kêşeyeke gelekî mezin vedike.

K24 - Enqere

Li Almanyayê bi qasî milyonek penber dijîn û ev yek li Almanyayê di warê ewlehiyê de rê li ber kêşeyeke gelekî mezin vedike. Kompanyayê YouGov derbarê mijarê de lêkolinek kir. Di lêkolînê de ji bilî ewlehiyê kêşeyên aborî jî tên nirxandin.

Penaberên ku diçin Ewropayê herî zêde berê xwe didin Almanya ji ber vê yekê her ku diçe hejmara penaberan zêde dibe û ev yek bandorê li ser aboriyê dike.

Parlamentoyên eyaletên Almanyayê jî ev mijar anîn rojevê û destnîşan kirin ku lêçûnên bo penaberan gelekî zêde bûne. Serokê Parlamentoya Eyaleta Saksonya ya Almanyayê Dr. Matthias Rössler li Enqerê tevlî konferansekê bû û di konferansê de balkişand ser penaberên li welatê xwe.

Dr. Matthias Rössler got: “Bi milyonan penaber tên Ewropayê. Gava em ji alîyê Almayayê ve li mijarê hûr bibin, rewş gelekî xirabe. Ji ber ku Almanya di navenda Ewropayê de cih digire, zêdetir bi rûdanan rûbirû dimîne. Almanya nikare malîyata hemû penaberan li xwe bigire. Heger Almaya hemû lêçûnan li xwe bigire ev yek wê bandoreke nebaş li ser aboriya Elmanyayê bike.”

Li Ewropayê piştî teqîna li Parîsê metirsiyeke terorê heye. Li gorî lêkolina GovYouyê ji her 3 kesan yek di wê fikrê de ye ku wê êrîşên terorî berdewam bin. Ji ber vê metirsiyê Almaya bergiriyên xurt digere û welatiyên Alman jî naxwazin penaber bên vehewandin. Ji ber vê yekê jî dixwazin penaberên derbasî nava welatê wan bûne li Tirkiyê bên vegerandin.

Parezêrê Mafên Mirovan Salih Efe jî da zanîn ku divê Almaya li gorî yasayên navneteweyî tevbigere: “Mafê penaberiyê li gorî xala 15.mîn ya Neteweyên Yekbûyî, mafekî rewa yê mirovan e. Almaya jî vê peymanê qebûl dike. Loma nikar e bi zorê penaberan ji welatê xwe derxîne.”

Li Almanyayê di sala 2017an de hilbijartinên parlamentoyê hene. Lê belê li 5 eyaletên Almanya di sala 2016an de dê hilbijartin bên kirin. Mijara penaberan jî yek ji wan mijaran e ku bo polîtîkayên hilbijartinê tê bikaranîn. Ji ber vê yekê, kêşaya penaberan ji nêz ve tê şopandin.

Parezêrê Mafên Mirovan Salih Efe