Melayên Kurd jî dest bi greva birçîbûnê kirin

Herî dawî li Enqerê melayên Kurd hatin ba hev û biryar dan ku heta alozî ranewestin dest bi greva birçîbûnê bikin.

K24 – Enqere

Li Tirkiyê li himberî aloziya heyî ya li Bakurê Kurdistanê çalakiyên sivîl berdewam in. Herî dawî li Enqerê melayên Kurd hatin ba hev û biryar dan ku heta alozî ranewestin dest bi greva birçîbûnê bikin.

Li Bakurê Kurdistanê ji havînê heta niha rewşa aloz berdewam e. Şer û pevçûnên ku bûn sedema bi sedan mirinan saziyên sîvîl xistin tevgerê. Çalakiyên sîvîl her ku diçe zêde dibin û Seydayên Kurd jî li Enqerê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Komeleya Lêkolîna Heqîqatên Îslamê pêşî nimêja înê kirin û herwiha ragihand ku ew ê nimêjên înê jî ji niha û pê de bi awayekî sivîl bikin. Komele bi biryar e ku heta Kurdistan vegere rewşa asayî çalakiya xwe berdewam bike.

Derbarê çalakiyê de Serokê Komeleya Lêkolîna Heqîqatên Îslamê Ahmet Korkmaz got: “Jin û zarok tên kuştin, bebekên 3 mehî bi gulleyan tên kuştin em li hemberî van tiştan wek İHADER dest bi rojiya-greva birçîbûnê dikin. wekî Xwedê Teala jî di ayeta xwe de dibêje “nebin piştevanê zilmê, li dijî zilmê derkevin û bala zilimkara bikêşin.”

Ji hela din ve Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu jî di çarçoveya MasterPlanê de wê her înê li bajarek Kurdistanê nimêja înê bike. MasterPlana Davutoglu di rojeva Siyasetmedar Diyadin Firat de jî bû.

Firat, aşkere kir ku ji bo Kurd vegerin rewşa berê û Proseya Aştiyê careke din destpê bike wan xutbeyên sîvîl dane destpêkirin û heta bigihin encamkê wê di çalakiya xwe de berdewam bin: “Hem şer bikin, hem aştiyê bikin. Hem şer bikin hem diyalogê bikin. Ma li Kurdistanê yên li ber desthilatdarê şûn girtine hemû hizmên hev in. hemû hev du nas dikin, li eynî bajaran jiyan dikin. Wextê ku siyaseta Kurd wek muxabat nebine, munkin e ku serokwezîr tu encamekê ji siyaseta xwe û programa xwe bidest bixe?.”

Komeleya Lêkolîna Heqîqatên Îslamê yek ji endamê Kongreya Demokratîk a Îslamê ye. Komele û saziyên girêdayî kongreyê li gelek deverên Bakurê Kurdistanê di heman çalakiyê de ne.