“Mafê Kurdan heye ku çarenivîsa xwe diyar bikin”

Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen li ser referanduma Başûrê Kurdistanê ji Kurdistan24ê re tekez kir ku mafê Kurdan hey eli Rojhilata Navîn çarenivîsa xwe diyar bikin.

K24 – Enqere

Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen li ser referanduma Başûrê Kurdistanê daxwiyaniyeke taybet da Kurdistan24ê û tekez kir ku mafê Kurdan hey eli Rojhilata Navîn çarenivîsa xwe diyar bikin.

Bîlgen ji Kurdistan24ê re wiha axifî: “Pêşî divê em amaje bi vê yekê bikin ku ew têkiliyên Tirkiyê digel Başûrê Kurdistanê danîne gelek derengmayî ne. Demeke dirêj, nêzikê 6,7 salan ku ew jî dike nîvê heyama desthilatdariya AKPê, politikaya Iraqê ya fermî hat meşandin. Ya rast ev têkiliya niha jî em difikirin ku bi stratejiyekê wiha hatiye danîn ku Kurdan bînin li hemberî hev du.

Helbet li Rojhilata Navîn, ji bikaranîna çavkaniyên xwe bigire heta diyarkirina çarenivîsa xwe ya bo pêşerojê û mîsogerkirina statûya xwe ya hiqûqî divê mafê Kurdan yê biryardayînê hebe û divê ev maf ji bo hemû parçeyan bi awayekî hevgirtî were parastin. Ango hûn ji bo Kurdên Iraqê çi dixwazin divê hûn ji bo Kurdên Tirkiyê, Suriyê û Îranê jî bixwazin

Lê belê bi taybet bi başkirina têkiliyên ligel Başûrê Kurdistanê tê xwestin Kurd bên hemberî hev du. Ev yek berê ji aliyê dewletên din ve jî hat ceribandin ku ev politikayeke gelekî xeternak e. Bo Kurdan gelek xeternak e li aliyê din ve çi xêra wê bo Gelê Tirk û Ereb jî tune ye.

Niha em di proseyeke wiha de derbas dibin ku serkeftina ji parçeyekî Kurdistanê tê dikare gelek sûdê bigihîne parçeyên din jî. Li ba me ya giring ew e ku ew daxwaza referandûmê bila nebe amûrek siyaseta navxweyî, yanî ev demek li Başûrê Kurdistanê nîqaşên li ser serokatiyê heye di çarçoveya vê metirsiyê de, gelo eger heye ku referandum ji bo lawazkirina wan nîqaşan be? Li gor me giring e.

Yanî divê mirov vê yekê giring bibîne ku eger beriya bihêzkirina yêkitiya navxweyî pêngavek wiha bê avêtin eger heye ku gelek xwîn birêje. Em ne li dijî referandûmê ne lê em avakirina hêza Kurdan ya hevpar jî girîng dibînin. Dema em li Rojhelata Navîn dinerin em dibînin beşeke Kurdan li cem Iraq û Iranê cih digire beşek jî li cem Siûdiyê û Tirkiyê cih digire. Ango em cudahiyekê dibînin û em vê yekê jî xeternak dibînin.

Yanî helbet hemû mafên Kurdan hene, heta dereng jî mane lê belê dema ev yek pêk tê yekitiya Kurdan û helwestek hevpar jî giring e, em wiha dibinin.”