Grafîtî dinyayeke rengîn diafîrîne

Ev huner hem ji bo fikrên polîtik û hem jî bo hestên şexsî tê kirin. Bi hunera Grafîtî, hemû diwarên gewr ên kolanan dibin diwarên rengîn.

Gonul Gun / K24 - Stenbol

Dema ku qala grafîtî tê kirin kolan tê bîra mirov. Hunermendên Grafîtî, bi riya boyaxa sprey û firçeyê dinyayeke rengîn derdixin holê. Ev huner hem ji bo fikrên polîtik û hem jî bo hestên şexsî tê kirin. Bi hunera Grafîtî, hemû diwarên gewr ên kolanan dibin diwarên rengîn.

Grafîtî bi nivîs û neqşê ve hunereke resen e û ji peyva grafikê tê. Grafîtî, ji aliyê hen kesan ve wek hunereke ji alîyê hinek kesên din ve jî wek çalakiyeke derqanûnî tê binavkirin. Li gor hinek zanyariyan, grafîtî xwedî dîrokeke kevn e û xwe dispêre sedsala 4 û 5an a serdema pêşîn.

Hunermendekî grafîtî bi navê Hig Hero, dibêje ku grafîtî li kolanan tê kirin û ev 15 sal e bi hunera grafîtîyê re mijûl dibe. Hunermendên grafîtiyê naxwazin nasnameyên wan eşkere bibin. Loma Hig Hero jî rûyê xwe nîşanî kamerayê neda…

Hig Hero wiha axifî: “Min heta niha zêdeyî hezar berhem çêkiriye û li gelek deveran grafîtiyên min hene. Hê jî kar dikim. Ez dixwazim rengê diwarên gewr biguhêrînim, boyax bikim û rengê gewr ji holê rakim.”

Li hinek welatên cîhanê, di serî de dîwar bo hunera grafîtî dibe cihên xebatê. Welatiyên ku xêzkirina boyaxê dibînin ji vê xebata hunerî kêfxweş dimînin. Welatiyek wiha dibêje: “Gelek rind e. Ev huner rengîniya civak û kesan nîşanê me dide. Xweşikiya civakî derdixe holê.”

Tê gotin ku hunera grafîtiya îroyîn, piştî şerê cîhanê yê duyemîn derketiye. Dema ku li Almanyayê diwarê Berlînê hat avakirin û Almanya bû du perçe, ev yek bi riya grafîtiyê hatiye şermezarkirin. Herwiha di salên 1960an de, li Amerîkayê, komên polîtîk bi grafîtiyê fikrên xwe nîşan dane. Li hemû dinyayê hunera grafîtî piştî salên 1980an navdar bû.