Civîna NY li gel nûnerê wê Steffan De Mistura dê bê encam be

Wek tê zanîn ku civînên kongreya Cenêv3 derbarê kirîza Sûriyê di nabera rejîm û opozîsyona wî welatî biser neketin, Encûmena Asayîşa Neteweyên Yekbûyî derbarê têkçûna wan civîna dê li gel nûnerê xwe yê taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura re bicive.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Hevrêzê Giştî ya Tevgera Ciwanên Kurd li Sûriyê ragehand ku, çawa Cenêv3 bê encam bû, bi heman şêweyê civîna Encûmena Asayîşa Neteweyên Yekbûyî (NY) li gel Nûnerê wê yê bo Sûriyê Stevffan De Mistura dê bê encam be.

Derbarê civîna Encûmena Asayîşa Neteweyên Yekbûyî (NY) li gel Nûnerê wê yê bo Sûriyê Steffan De Mistura, Hevrêzê Giştî ya Tevgera Ciwanên Kurd li Sûriyê Îmad Yûsif ji K24ê re wiha got:"Ez bawer im ku tişteke nû di wê civînê de nebe, ji ber ku hemû biryarên NY derbarê krîza Sûriyê de nehatine cîbicî kirin, ew civîn dê bê encam be."

Yûsif derbarê rewşa mirovî li Sûriyê wiha ji K24ê de jî got: "Amerîka daxwaz dike ku çareserkirina krîza Sûriyê siyasî be ne leşkerî be, lê mixabin helwesta wê derbarê wê kirîzê de lawaz e, rewşa mirovî jî her diçe xirabtir dibe."

Yûsif da zanîn ku li hember wê helwesta Amerîkayê ya lawaz rejîma Sûriyê operasyonên xwe li ser welatiyên Sûriyê zêdetir dike.

Wek tê zanîn ku civînên kongreya Cenêv3 derbarê kirîza Sûriyê di nabera rejîm û opozîsyona wî welatî de biser neketin, Encûmena Asayîşa Neteweyên Yekbûyî derbarê têkçûna wan civîna dê li gel nûnerê xwe yê taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura re bicive.