Mêdya ya Turkiya: Barzanî dijminek ê dijwar ê netewe ya xwe dike dost.

Piştî Mesûd Barzanî serok ê Herêm a Kurdistanê di peyamekê de ragehand kû Kurdistan dê pêngavan ber bi encmdan a rifrandomê dihavêje. Ew peyam, li ser astê hindûrî û welat ên derdor û cîhanê jî dengvedan û karvedan ên xwe hebûn di medyayan de.
kurdistan24.net

K24- Istanbol:

Piştî Mesûd Barzanî serok ê Herêm a Kurdistanê di peyamekê de ragehand kû Kurdistan dê pêngavan ber bi encmdan a rifrandomê dihavêje. Ew peyam, li ser astê hindûrî û welat ên derdor û cîhanê jî dengvedan û karvedan ên xwe hebûn di medyayan de.

Li perêwaz a şirove û lêkvedan a medya yên Turkyayî li ser peyam a serok ê Herêmê bo encamdan a rifrandomê, weha xuya dibe, ku Barzanî berhem ê sitratîcîyet a xwe bi desthînaye, ji wê ku dijminek ê dijwar ê berê yê Herêm a xwe bike dost û piştevanî ya Enqereyê bi dest xwe ve bihîne bo gehiştin bi aramanc ên gel ê xwe.

Berfirehbûn a berjewendî yên Îran û Rûsyayê , nêzîkbûn a Şî'eyan li başûr ê sinûr ê Turkyayê  ji bilî abûrî jî, eger ên din ên sîyasî, weha kirye ji bo peydabûn û ji dayîkbûn a dewletek a Sûnne Rêçik li ser destê serokek ê miyanrev, Enqere razî  bibe. Ji bo vê yekê jî narastersat piştîvanî ya Barzanî bihê kirin û wek destpêk jî, Îtrafê bi alal ya fermî ya Herêm a Kurdistanê bike.