Şarezayeke Amerîkî: Aboriya bihêz li pêş referandûmê ye

Şarezayeke Amerîkî dibêje, dive Kurd girîngiyê bi geştiyarî û pîşesaziyê bidin ji bo dewlemend bibin, piştre referandûmê bikin.
kurdistan24.net

K24 – Washington

Şarezayeke Amerîkî dibêje, dive Kurd girîngiyê bi geştiyarî û pîşesaziyê bidin ji bo dewlemend bibin, piştre referandûmê bikin. 

Şarezayea di Karûbarên Rojhilata Navîn de li Dezgeha Niştimanî ya Lêkolînên Stratejîk li Washingtonê, Denis Natali ji K24ê re got ku, pêwîst e Kurd kar li ser bihêzkirin aboriya xwe bikin, piştire hizra referandûmê bikin.

Natalî got jî: “Pirsa girîng ne encamdana referamdûmê ye, her kes dizane ku hesta netewî ya Kurd çiqas bihêz e û her kes dizane ku ji sedî 98 ji Kurdan serxwebûnê dixwazin, lê xala girîng ew e ku çawa wê projeyê bikin projeyekî dîfakto, yan jî çawa wê projeyê bixin ji berjewendiya xwe.”

Herwiha Netalî anî ziman ku: “Herger ez Kurd bama, minê bêdeng kar bikira, aboriya xwe baş bikira û girîngî bi geştiyarî, pîşesazî û warên din daba û ji petrolê dûrketiba, ev proje pêwîst e Kurdistan li ser bike. Divê Kurdistan di van waran de dewlemend bibe.”