5 hezar dibistan li Sûriyê bo perwerdê nayên bikaranîn

Kirîza Sûriyê ev pênc sal in didome heta niha jî nehatiye çareserkirin, heta niha bi hezaran kes hatine kuştin, bi milyonan koçber bûne ji bilî wênarkirina bajaran.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Pênc salên şer li Sûriyê sistema wî welatî seqet kir, UNICEF jî dibêje ku 5 hezar dibistan wêran bûne û bo perwedê nayên bikaranîn.

Ramî zarokekî Sûrî ye neçar bû ji mal xwe derkeve, piştî wêrankirina mal û dibistana wî, Ramî wiha dibêje: Yekem car ez hatim vir ez  çar mehan li dibistanê mam, lê firoke dibistan bombebaran kirin, çima dibistanan bombebaran dikin, daku em perwerdenebin û nebin parêzer û nojdar, gelo ji bo em malên xwe ava nekin û berdewam koçber bimînin.

Her yek ji rêxistna Seve the Chldirin û  UNICEF daxwaz ji aliyên Navdewqletî dikin ku zarok, mamoste û dibistan werin parastin, herwiha xwendinê bo zarokan dabîn bikin.

Derbarê êrîşên li ser dibistana mamosteya wiha got: yekem êrîş li ser dibistanê hemû derî û pencere herifîn,şeş kesan canên xwe ji dest dan û 30 kesên din birîndar bûn,  lê spas ji xwedê re ku zarok ne li dibistanê de bûn, heger li dibistanê bana dê komkujiyek çê biba.

Kirîza Sûriyê ev pênc sal in didome heta niha jî nehatiye çareserkirin, heta niha bi hezaran kes hatine kuştin, bi milyonan koçber bûne ji bilî wênarkirina bajaran.