Komele ya Îslamî xwe yek alî dike û biryarê dê bide.

K24- Hewlêr:
Biryare subehî serok ê Herêm a Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel alî yên sîyasî kom bibe. Li ser mijar a pişikdarîyê di kombûnê de, evro êvarî Mekteb a Sîyasî ya Komele ya Îsalamî bi serokatî ya emir ê wê hizbê, Elî Bapîr dê kom bibe.
Ebdulsitar Mecîd Endam ê Mekteb a Sîayasî ya Komele ya Îslamî, taybet bi malper a Kurdistan 24 ragehand: Evro êvarî Mekteb a Sîyasî dê kom bibe.
Got jî: Di kombûnê de pirs a pişikdarî û nepişikdarî ya Komele ya Îsalamî di kombûn a Barzanî û alî yên sîyasî de ya subehî dê yek alî û serrast bibe û birayar a xwe dê bide.
Komele ya Îsalamî ya Kurdistanê di ragehandinekê de ku rojekê berî kombûn a yekem a Barzanî bi alî yên sîyasî re, redkiribûn pişikdarîyê di kombûnê de bikin û daxwazkiribûn zemîne bo aştîyê bihê xweşkirin. Herweha daxwaz kiribû rewş a Herêmê bihê asayîkirin.
li 26 ê meh a burî, serok ê Herêm a Kurdistanê Mesûd Barzanî kombûnek bi alî yên sîyasî yên Kurdistanê re encam dabû, di kombûnê de ku taybet bû bi gêngeşekirinê li ser rewş a sîyasî ya Herêmê û tengijeyan biryar hartibû dan Perleman û Hikumet a Herêmê bihên karakirin.
Her yek ji Bizav a Gorran û Komele ya Îslamî pişikdarî nekirbûn di kombûn a yekem de. Di kombûnê de Barzanî ragehand ku pêdivî ye komîteyek bihê pêkhînan bo serdan a alîyan û dûv re jî bi rojekê ew komîte hat pêkhînan.
Li gor zanyarî yên ku bi dest Kurdistan 24 ve hatibûn, di kombûnê de serok ê Herêm a Kurdistanê ragehandibû ku; ew dizane çima Bizav a Gorran pişikdar ya kombûnê nebûye; lê eger a pişikdarî nekirin a Komele ya Îslamî xuya nine.